Mazlûm Abdî bangî Trump kir: “Leşkerên xwe ji Sûriyê venekşîne”

Mazlûm Abdî bangî Trump kir: “Leşkerên xwe ji Sûriyê venekşîne”

PeyamaKurd – Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî, îro an ku roja 10.01.2025an de ji bo rojnama Îngîlîz ya The Guardianê li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hevpeyvînekî kir û li ser vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê got:

“Hêvî dikim ku Trump leşkerên xwe ji rojahilatê bakûrê Sûriyê venekşîne. Eger hêzên DYAyê vekişe, wê DEAŞ car din xwe vejîne an bike ku şerekî navxwe dest pêbike. Leşkerên DYAyê yên li Sûriyê hene, esasê îstîqrara Sûriyê ne.

Piştî şerê HSDê û SMOyê, hinek endamên DEAŞê êrîşê ser zîndanan dikin û plan dikin ku endamên xwe ji zîndanê birevînin.”

Fermandarê HSDê Abdî ji bo Sky News Arabicê jî daxwuyanî da û got wê HSD bibe perçeyekî ji artêşa Sûriyê û di mijara dahatûya Sûriyê de wê bi rêvebiriya nû re li hev bikin.

Abdî her weha ragihand ku ji bo yekîtiya axa Sûriyê bi Şamê re li hev kirine lê li Sûriyê gelek pirsgirêkên hundir hene ku li benda çareseriyê ne.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.