Rapora NYyê: Ji sedî 85ê koçber û penaberên Iraqê li Herêma Kurdistanê ne

Rapora NYyê: Ji sedî 85ê koçber û penaberên Iraqê li Herêma Kurdistanê ne

PeyamaKurd – Li gorî rapora ku ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve hatiye amadekirin, li Herêma Kurdistanê 286 hezar û 171 koçber û penaber dijîn. Ev hejmar, teqabilî ji sedî 85ê hejmara penaber û koçberan a li seranserî Iraqê dike.

Li gorî UNHCRê, piraniya zêde ya penaber û penaxwazên Herêma Kurdistanê ji Rojavayê Kurdistanê ne. Hejmara koçberên ji Rojavayê Kurdistanê 266 hezar û 605 kes e.

Her weha 9 hezar û 183 kes ji Rojhilatê Kurdistanê û Îran, 8 hezar û 116 kes ji bakurê Kurdistanê, 10037 kes ji Filistînê û 10230 kes jî ji welatên din hatine.

Rewşa malbatên penaber ên ku li kampan dijîn;

Li Herêma Kurdistanê ji 85 hezar û 142 malbatan, 20 hezar û 141 kes di kampan de dijîn. Di nava van kampan de; kampa 1em a Domîzê, kampa 2yem a  Domîzê, Deraşekran, Gewîlan, Erbet, Qûşştepe, Kewirgosk, Basirme û ya Akrê hene.

Hejmara penaberan a li gorî salan;

Li gorî raporê, her sal hejmara koçber û penaberên ku tên Herêma Kurdistanê weha ne:

 Di 2010an de 4318 kes, di 2011an de 356 kes, di 2012an de 19684 kes, di 2013an de 60729 kes, di 2014an de 28916 kes, di 2015an de 17.965 kes, di 2015an de 14.591, di 2016an de 14.591 kes, di 2017an de 15.332 kes, di 2018an de 15.962 kes, di 2019an de 20.296 kes, di 2020î de 5.862 kes, di 2021ê de 16.279 kes, di 2022yan de 19.613 kes, di 2023yan de 20207 de kes û di 2024an de jî 22.701 kes gihîştine Herêma Kurdistanê.

Li gorî raporta ku ji aliyê UNHCRê ve di meha îlona 2024ande hatiye weşandin; ji bo çareserkirina krîza penaber û penaxwazan li seranserê Iraqê, 203,6 milyon dolar hatiye xwestin. Lêbelê, bi tenê ji sedî 44ê vê budceyê hatiye bidestxistin.

 

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.