Îran bendava herî mezin li ser sînorê Iraqê çêdike: Metirsîya avê zêde bû
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îranê dest bi çêkirina bendavekê li ser sînorê Iraqê kiriye ku wê ji sedî 70yê ava baran û lehiyan li xwe bigire û ev jî wê bibe sedema metirsiya kêmbûna avê li Iraqê.
Qaymeqamê Mendeliyê yê berê Ekrem Xezaî gotiye, “Îranê dest bi çêkirina mezintirîn bendavê li nêzî sînorê xwe yê bi Iraqê re kiriye, ku bandoreke mezin li ser asta avê li Iraqê dike.”
Ekrem Xezaî daye zanîn, “Navê wê bendavê Şerîf Şa ye û dikeve ser nişîviyên newala Heranê, ku her sal rêjeyeke zêde ya ava baran û lehiyan tê de kom dibe û paşê dirije nav axa Iraqê.”
Xezaî diyar kiriye, “Çêkirina wê bendavê ketiye warê bicihanînê û wê 70% yê ava baran û lehiyan li xwe kom bike û 30 kîlometran ji sînorê Iraqê dûr e ku di paşerojê de bandoreke mezin li ser asta avê li Iraqê dike.”
Herwiha hate bibîrxistin, ji sedî 95ê ava baran û lehiyan li Iraqê, ji ber nebûna bendavên pêdivî nayê vegirtin û sûde jê nayê standin.
Ekrem Xezaî destnîşan kiriye, “Iraqî bi rêjeya 80% pişta xwe bi ava binerd germ dikin, lewma pêdîvî ye hin bendavên din jî ji bo vegirtina avê bên çêkirin.”
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.