Hemas: Îsraîl tenê bi rêya pevguhertinê dikare dîlên xwe bistîne

Hemas: Îsraîl tenê bi rêya pevguhertinê dikare dîlên xwe bistîne

PeyamaKurd – Li demeke ku behsa pêşveçûna agirbesta Xezeyê tê kirin de, Îsraîl û Hemas hevdu bi derengxistina pêkanîna agirbestê sûcdar dikin. Hemasê herî dawî li ser mercên danûstandin li ser tê kirin daxuyanî da û ragihand, Îsraîl tenê bi rêya pevguhertina dîlan ango dîlên Îsraîlî û Filîstîniyên girtî dikare rehîneyên di destê wan de vegerîne.

Endamê Buroya Siyasî ya Tevgera Hemasê Usame el-Hamdan, ew guh nadin bê Îsraîl çi dixwaze û ji ba wan ya girîng bidawîbûna êrîşan û derketina artêşa Îsraîlê ji Xeta Xezeyê ye.

el-Hamdan herwiha Netanyahû bi leyîstina çarenivîsa dîlên îsraîlî tawanbar kir û got, ji bilî pevguhertina dîlan Îsraîl nikare rehîneyan paşde vegerîne.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.