Îsraîl li Sûriyê plan dike ku herêmekî kontrolê ya 15 km.yan ava bike
PeyamaKurd – Îsraîl ji bo ber li hemberê tehdîdên li herêmê bigre, dixwaze herêmekî bi 15 km.yan û herêmekî desthilatê ya 60 km2an ava bike. Rayedarekî di asta bilind de yê Îsraîlê ragihandiye ku plan bi armanca berlêgirtina tehdîdaye.
Ragihandina xeberê ji aliyê rojnama Îsraîlê ya binavê Yedioth Ahronotê de hat kirin û çavkaniya xwe dibe ser rayedarekî Îsraîlê. Herêmên navborî wê li ser axa Sûriyê ya di in desthilata Îsraîlê de ava bibin. Rayedar gotiye:
“Ji bo tehdîd zêde nebin û ber li wan bigrin, di bin kontrola me de, herêmekî ji fuzeyên 15 km.yî hatiye safîkirin û herêmekî 60 km2 ku di bin desthilata Sûriyê de be tê plankirin. Ji bo vê rastiya han, em konseptekî operasyonel ava dikin.
Her çendîn rêvebiriya Şamê dibêje bi Îsraîlê re şer û pevçûn naxwaze jî, em bi şubhe lê dinêrin. Dibe ev salekî, 2 sal, deh ya ji bo 20 salan be. Ti kes nikara garantiyê bide me ku wê li me danegerin û bi me re şer nekin. Ev desthilat heya bixwazî talûke ne.”
Rayedarê Îsraîlê her weha got ku wê Îsraîl di mijara Lubnan û Sûriyê de di 20.01.2025an de, hêvî dike ku ji Donald Trump desteka tam bigre.
Ji bo Şam di wextekî nêz de ji bo Îsraîlê nebe talûke, xwe 25 km nêzî Şamê kiriye, axa xwe ya li Sûriyê ya li Golanê fireh kiriye û tedbîrên xwe sitendiye.
Di sala 1974an de, di navbera Sûriyê û Îsraîlê de peymana vekişîna hêzan îmza kiribûn, sînorên herêma tampon û ya ji çekan safîkirî destnîşan kiribûn.
Rêvebiriya nûh ya Sûriyê jî li ser mesela Îsraîlê behsa peymana sala 1974an dikir û ew jî dixwazin peyman bicîh were.
Ev nivîs 17 car hatiye xwendin.