Li Îtalyayê keştiya koçberan noq bû: 20 kes winda ne

Li Îtalyayê keştiya koçberan noq bû: 20 kes winda ne

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Deryaya Spî karesateke din a koçberan rû daye û keştiyeke koçberan li peravên Îtalya noq bûye.

Şaredarê girava Lampedusa ya Îtalyayê Filippo Mannino, derbarê karesata koçberan de eşkere kir ku keştiyeke ji ser Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve diçû li peravên welêt noqî deryayê bûye û 7 kesên tê de bûn hatine rizgarkirin, 20 koçberên din jî winda ne.

Mannino, diyar kiriye, "Mixabin 20 kesên winda nekarîne xwe bigihînin peravê. Tevî ku pir nêzîk bûne jî rewşeke pir xembar e ku ew mirovên reben negihîştine peravan.”

Li gorî amarên Rêxistina Koçê ya Navnetewî ji sala 2014an ve li navîna Behra Spî 24 hezar û 500 koçber yan winda bûn yan jî mirin. Piraniya mirinan jî di keştiyên ji Libya û Mexrîbê bi rê ketine de çêbûne.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.