Amerîka, 8 milyar dolar alîkariya leşkerî ya din jî dê bide Îsraîlê

Amerîka, 8 milyar dolar alîkariya leşkerî ya din jî dê bide Îsraîlê

PeyamaKurd – Li gor nûçeya Reutersê, karbidestekî amerîkî ragihand ku rêveberiya Biden îro kongres agahdar kiriye ku pêşniyara firotina çekan a 8 milyar dolarî bo Îsraîlê hatiye kirin.

Axiosê da zanîn ku rêkeftinê pêwîstî bi erêkirina herdu komîteyên Meclîsa Nûneran û Senatoyê heye.

Axiosê ragihand ku pakêta navborî cebilxaneyên balafirên şer û helîkopterên êrîşkar û topxaneyên xwe dihewîne.

 Hat diyarkirin ku di pakêtê de bombeyên piçûk û serikên şer jî hene.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.