Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKPyê dest pê kir

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKPyê dest pê kir

PeyamaKurd – Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û koma AKPyê de dest pê kir. 

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, bi koma AKPyê re hevdîtinê dike. 

Şandeya DEM Partiyê li Meclisê ji hêla Serokwekîlê Giştî yê AKPyê Efkan Ala, Serokwekîlê Koma Meclisê Abdullah Guler, Serokwekîlên Koma AKPyê Ozlem Zengîn û Omer Çelîk ve hate pêşwazîkirin.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.