Li bajarê Rize 2 xebatkarên PTTê hatin kuştin

Li bajarê Rize 2 xebatkarên PTTê hatin kuştin

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Rize, li taxa Mermerdelenê kesekî bi çeka xwe êrîşê bir ser 2 xebatkarên PTTê yên beşa kargoyê û di encamê de bi çeka xwe her 2 xebatkaran bi navên Selim Okumuş û Ömer Bayazit birîndar kir.

Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar, tîmên tenduristiyê dema çûn ciyê bûyerê, her du xebatkarên birîndar birin nexweşxana dewletê ya bajarê Rize. Her 2 xebatkar li nexweşxanê can dan.

Li gor ragihandina parêzgeha Rize; bûyer seet di 17.03an de di avahiya PTTê de çêbûye. Kesê êrîşker xwestiye ku karekî nerewa bi xebatkaran bide kirin, di nav kesê êrîşker û xebatkaran de pevçûn derketiye û bi çeka xwe li wan xistiye. Daxwuyaniya parêzgehê weha dewam dike:

“Her 2 xebatkar Selim Okumuş, Ömer Bayazit birine nexweşxanê û li nexweşxanê can dane. Hêzên asayîşê nasnama êrîşker tesbît kirine û ji bo wî bigrin xebatên wan dewam dikin. Serdozgerî li ser bûyerê piralî xebatên xwe dewam dike. Rehma Xwedê li xebatkarên candayî be, ji bo malbatên wan sersaxiyê û ji hevalên wan re sebrê dixwazim.”

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.