Rojnamevana Îtalî ya Îranê desteser kiribû hate berdan
PeyamaKurd - Rojnamevana Îtalî Cecilia Salaya ku li paytexta Îranê Tehranê 19ê Kanûna 2024an ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatibû rawestandin û desteserkirin, hate berdan.
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî eşkere kir ku rojnamevan Cecilia Sala hatiye berdan.
Nivîsgeha Serokwezîriya Îtalyayê ragihand, rojnamevana Îtalî Cecilia Sala ji girtîgeha Îranê hatiye berdan û bi balafirê vedigere Îtalyayê.
Cecilia Sala dema ku li Tehrana paytexta Îranê nûçe amade dikir, 19ê Kanûna 2024an ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin û hatibû zanîn ku Îranê ew ji ber girtina welatiyekî xwe li Romayê wekî bersiv desteser kiriye.
Nivîsgeha Serokwezîriya Îtalyayê ragihand: “Balafira ku rojnamevan Cecilia Salayê tîne malê berî çend xulekan ji Tehranê bi rê ket. Bi xebatên berfireh ên kanalên dîplomatîk û îstixbaratî, welatiya me ji aliyê rayedarên Îranê ve hate berdan û vedigere Îtalyayê.”
Melonî spasiya kesên ku di vegera Salayê de kar kirine kir û hate gotin: “Serokwezîr di axaftineke telefonî ya ku berî çend xulekan pêk hat de bi xwe agahî da malbata Salayê.”
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.