Îmamoglû li ser "Sûriyê" daxuyanî da
PeyamaKurd – Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu got, "Me wek Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê serlêdan kir. Bi pêşengiya Balyozxaneya Şamê em ji aliyê Parêzgariya Şamê ve hatin qebûlkirin." Tîmên me yên teknîkî û burokratîk wê di demek nêzîk de biçin wir."
Îmamoglû derbarê ji nû ve avakirina Sûriyeyê de daxuyanî da.
Îmamoglu di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:
"Di warê jinûveavakirinê de tenê bi avakirina avahiyan hûn nikarin bajarekî ava bikin. Di van bajaran de giyanek heye. Her bajarek ruhê xwe heye. Etnîsîteyên cuda hene. Baweriyên cuda hene. Hêmanên ku wê van avahiyan hemûyan kêfxweş bikin ev in. Bi rastî jî zarok wê aram bin, park wê bibin kreş, jûrgeh.
Weke Stenbol em dibêjin ku em yek ji şaredariyên herî biaqilmend ên cîhanê ne. Bi sîstem, rêbaz û modela xwe ya hilberînê. Di vî warî de me wek Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê ji Wezareta me ya Karên Derve re nivîsî, wezaretên din agahdar kirin û piştre ji Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê re nivîsî û daxwaza xwe kirin.
Îro li ser daxwaza me ji Parêzgariya Şamê bersiveke erênî wergirt. Em diçin wê derê, di gotin û gotarên me de, behsa bajarên Sûriyê dikin, yanî Laziqiye ku elewî lê dijîn, Şam heye, bajarên ku Kurd lê dijîn hene. Daxwaza me heye ku em biçin van bajaran û xizmetên xwe yên şaredariyê yên berfireh rave bikin."