Îngîltere: Wê koalisyon 30 hezar dron teslîmê Ûkraynayê bike
PeyamaKurd – Wezareta berevaniya Îngîltere ragihand ku wê koalisyona di bin serpereştiya Îngîltere û Letonya ya navdewletî, wê 30 hezar dronan teslîmê Ûkraynayê bike. Dron dê ji bo xwurtkirina berxwedana Ûkraynayê bên bikaranîn û hem dikarin seyra şer biguhêrin.
Wezîrê bergiriyê yê Îngîltere John Helaye li Almanya li baregeha hewayî ya Ramsteinê, tevlî civîna 25em ya grûba temasê ya bergiriya Ûkraynayê bû û ragihand ku wê koalisyona navdewletî ya di bin serpreştiya Îngîltere û Letonya de ji bo Ûkraynayê 30 hezar dronan amade bikin û weha dewam kir:
“Cezareta bêhempa ya xelkê Ûkraynayê îlhamê dide dinyayê. Zêdetirê 50 welat di vê civînê de hatine cem hev û ji Putin re peyamekî zelal dişînin ku destekê didin Ûkraynayê. Bergiriya Îngîltere ji Ûkraynayê destpêdike. Desteka leşkerî ya ji bo Ûkraynayê hem ewlehiya netewî ya Îngîltere û hem îstîqrara Ewrûpayê destek dike û tiştekî heyatiye.”
Di fona di bin serpereştiya Îngîltere û Letonya de niha 1,3 milyar Sterlin pere civiyaye ku jê ji bo berevaniya Ûkraynayê sîstemên hewayî û topan amade dikin. 30 hezar dronên ku ji bo Ûkraynayê amade dikin heya niha ji bo wan 55 milyon dolar pere hatiye dayîn lê nehat gotin bê kengê dronan teslîmê Ûkraynayê bikin.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.