Mesrûr Barzanî serokokamarê nû yê Lubnanê Joseph Awn pîroz kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serokkomarê nû yê Lubnanê Joseph Awn pîroz kir.
Barzanî di roja 09.01.2025an de, di ser hesabê xwe yê fermî Xê de peyamekî belav kir û serokkomarê nû yê Lubnanê Joseph Awn, bi sedema hilbijartina wî ya ji bo serokkomariya Lubnanê pîroz kir. Barzanî di peyama xwe de got:
“Ji ber ji nûh de Joseph Awn ji bo serokkomariya Lubnane hat hilbijartin, ew Awn pîroz dikim. Jê re serkeftinê dixwazim û hêvî dikim ku Lubnanê bigihîne îstîqrarê û wê pêşde bibe.”
Parlementoya Lubnanê di 13em tûra hilbijartina serokkomar de, serokkomarê xwe destnîşan kir û di tûra duyem ya îro de, 99 dengan bidest xist.
Joseph Xelîl Awn, di sala 1964an de li Lubnanê li devera Çiyayê Lubnanê li jîngeha Sin el-Fin hatiye dinyayê. Generalê berê yê artêşa Lubnanêye, 61 saliye, ji zanista siyasetê, ya leşkerî û têkiliyên navdewletî derçûye
Bi zamanên Erebî, Fransizî û Îngîlîzî dizane.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.