Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê li Iraqê tevlî civînên “Rêvebiriya Dewletê” bibe
PeyamaKurd – Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab ragihand ku wê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hefta pêşiya me de here Bexdayê û tevlî civînên “Rêvebiriya Dewletê” bibe. “Rêvebiriya Dewletê” ew partiyên ku niha di koalisyona desthilatê de ne û hukumetin, hem bi Kurdistanê re hevparên desthilatê ne.
Dilşad Şahab her weha ragihand ku biryar hatiye dayîn wê Nêçîrvan Barzanî bi terefên siyasî re hevdîtinên cuda bike.
Îro endamê buroya siyasî yê Rêxistina Bedirê Ebu Misak Mesari, ji bo Rûdawê ragihandibû ku wê di hefta pêşiya me de Koalîyona Rêvebiriya Dewletê bi tevlîbûna serokwezîr Muhammed Şiya Sudani civînekî li dar bixe.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.