ENKS û PDK-Î civiyan: Helwesta xwe bikin yek!

ENKS û PDK-Î civiyan: Helwesta xwe bikin yek!

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li Hewlêrê civiyan.

Şanda PDK-Î ya ji Endamê Polîtbîroyê Mihemed Salih Qadirî û Ezmend Zibyanî pêk dihat û ji aliyê serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl û endamên desteya serokatiya ENKS êve hatin pêşwazîkirin.

Mihemed Salih Qadirî derbarê hevdîtinê de ragihand, em pîrozbahiya gelê xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi ketina rêjîma Esed dikin û hêvî dikin derbasî qonaxeke nû bibin.

Qadirî da zanîn, wan ji ENKS re daye xuyakirin ku ew her dem amade ne ji her piştgiriya miletê xwe li Rojavayê Kurdistanê ne re û tekezî li ser yekrêziyê kir.

Qadirî got, “Peyama me ji ENKS û Rêveberiya Xweser re ew e ku divê helwesta xwe bikin yek û li xwe vegerin ji bo deshilata nû re bikevin diyalogê. Helwesta her du aliyan erênî bûn em bi hêvî ne li ser erdê helwêsta xwe wergerînin, û bi yekhelwestê derkevin, nexasim her Kurdek di serî de serok Barzanî piştevanê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne.”

Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.