Rojava | Amerîkayê ji Reqayê hêza teqwîye şand Kobaniyê

Rojava | Amerîkayê ji Reqayê hêza teqwîye şand Kobaniyê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî çend roj berê ji ber êrîşên berdewam ên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê hêzeke Amerîkî li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bicih bû, niha jî hêzeke piştevaniyê ji Reqayê ber bi Kobaniyê ve bi rê ketiye.

Li gorî çavkaniyên fermî yên ji herêmê, hêzên Amerîkî îro 27ê Kanûnê ji bajarê Reqayê ve bi rê ketine ber bi bajaroka Eyn Îsa û Kobaniyê ve diçin.

Hatiye diyarkirin ku hêzên Amerîkî vê sibehê ji cihên xwe yên Reqayê derketine û ber bi Kobaniyê û Eyn Îsayê ve bi rê ketine.

Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, hêzên Amerîkî bi 5 otombîlên zirxî ji cihên xwe yên Reqayê derketine û ber bi Kobaniyê û Eyn Îsayê ve diçin.

Herwiha televîzyona Hedes jî belav kiriye ku Bendava Tişrînê û Pira Qerekozakê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye. Doh jî Berdevkê HSDê Ferhad Şamî girte vîdyoyek ji ser Bendava Tişrînê belav kiribû û red kiribû ku ketibe bin kontrola çekdaran.

Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.