Li Xarpêtê ji ber befê rêyên 103 gundan hatin girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) rêyên 103 gundan ji ber berfê hatin girtin û xebata vekirina rêyên 41 gundan ji aliyê ‘Rêvebiriya Taybet ya Bajêr’ de dewam dike. RTB, bi 99 alavan û bi 120 xebatkaran dixebite.
Li seranserê Xarpêtê di temamê rojê de baran dibariya û paşî berfê lêkir. Di demekî kurt de rêyên 103 gundan ji berfê hatin girtin. Rêyên bi ser navenda bajêr nehatine girtin lê li Arıcakê 1, li Madenê 4, li Karakoçanê 9, li Kovancilarê 8, li Paloyê rêyên 19 gundan niha ji ber berfê girtîne.
Rêyên mayî hemû ji aliyê RTB de bi xebatên bê navber hatine vekirin.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.