Gotina Şêx Murşîd a ‘Oxlim Bavê te nikaribû’ deng veda!

Gotina Şêx Murşîd a ‘Oxlim Bavê te nikaribû’ deng veda!

PeyamaKurd – Kurê Şêx Maşûq Xeznewî, Şêx Murşid Xeznewî ku ji bo yekgirtin û yekîtiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ev demek e vegeriyaye welêt û hewlên xwe berdewam dike, li bajarê Tirbespiyê di civîneke cemawerî de ji gel re axivî û piştgiriya xwe bo hêzên HSDê dubare kir.

Xeznewî, êrîşên komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got, “Qaşo ji me re dibêjin, em ê wan û çekên wan binerd bikin’. Oxlim bavê te nikaribû!”

Şêx Murşîd wiha axivî: “Kurd serhişk in, kes nikare Kurdan tine bike. Qaşo ji me re dibêjin, ‘Em dê wan û çekên wan binerd bikin’. Oxlim (kurê min) bavê te nekaribû! Pêşiyên te nekaribû. Oxlim guhdar bike, em şehîdên xwe bi lîlandinê pêşwazî dikin.”

Xeznewî bang li cîhanê jî piştgiriya HSDyê bikin û wiha got: "Ev hêz mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên li herêmê diparêze û piştgiriya wê erkekî nîştimanî, mirovî û exlaqî ye."

Herwiha Xeznewî cardin ji partiyên Kurdan jî xwest ku banga Kurd a yekrêziyê pêk bînin û ji bo misogerkirina mafên Kurdan ên rewa berê xwe bidin Şamê.

Gotinên Şêx Murşîd li ser medya civakî deng veda û bi taybet Kurdên çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya xwe bo wan gotinan nîşandan û parve kirin.

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.