HSD û Ahmed Şara li Şamê hevdîtinekî pêkanîn
PeyamaKurd – Çavkaniyekî ji bo Rûdawê ragihandiye ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Şamê bi HTŞê re hevdîtinekî pêkaniye. Çavkanî gotiye ku hevdîtin di navbera Ahmed Şara û heyeta HSDê de li Şamê hatiye kirin.
Çavkaniya ku nexwestiye navê xwe bide, gotiye ku hevdîtin li Şamê bûye, di hevdîtinê de, mijarên leşkerî û dahatûya Rojavayê Kurdistanê ketiye rojeva wan. Hevdîtin roja Duşemê pêkhatiye û baş derbas bûye.
Di hevdîtinê de li ser dahatûya Rêvebiriya Xweser û dahatûya HSDê ya kontrola taxa Şêx Meqsûd a Helebê û taxa Eşrefiye dike, axifîne. Çavkanî weha dewam kiriye:
“Ji bo zemîna diyalogê çêbibe, wê ev hevdîtin bibe destpêk, her dû teref li hev kirine ku wê di rojên pêş de hevdîtinan dewam bikin.”
Nehat gotin bê di heyeta HSDê de kî hebûne an serpereştiya wan kî kiriye.
Colani (Ahmed Şara) di daxwuyaniya xwe ya berê de ragihandibû ku wê HSDê entegreyê wezareta berevaniya Sûriyê bikin û Kurd pêkhateyên esasî yên Sûriyê ne.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.