Wezîrê karên derve yê Fransayê bi Mazlum Abdî re axifî

Wezîrê karên derve yê Fransayê bi Mazlum Abdî re axifî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean Noel Barrot li Şamê gelek hevdîtinan kir. Li gor wezareta karên derve ya Fransayê Barrot, di hevdîtinên xwe de roja Pêncşemê di rêya telefonê de bi fermandarê HSDê bi Mazlum Abdi re, li ser pêvajoya ‘derbasbûna pêvajoya demkî’ axifî.

Li gor daxwuyaniya wezareta karên derve ya Fransayê; Barrot û Abdi bi taybetî li ser dahatûya Kurdan û avakirina Sûriyê ya ji nûh de, bi hûrahî li ser her dû mijaran axifîne. Ev axaftina han perçeyekî girîng ya ji hevdîtinên Barrot e. Wezîr Barrot, piştî axaftinê li Şamê daxwuyanî da û got:

“Divê bi Kurdan re ku hevkarên Fransayê ne, bigihên çareseriya siyasî û bi vî awayî Kurd ji îro û pêde, bi pêvajoya ku destpêdike re li hev bikin.”

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.