Rojnamegerê Rûs di êrîşa hewayî ya Ûkraynayê de can da
PeyamaKurd - Rojnamegerê Rûs Aleksander Martemyanov di êrîşa balafirên bê mirov ên Ûkraynayê de can da.
Di pevçûnên navbera Rûsya û Ûkraynayê de rojnamevanekî din can da.
Rojnameya Îzvestia ya Rûsî ragihand ku wesayîta sivîl a nûçegihan Aleksander Martemyanov tê de bû dema ku li ser rêya bejahî ya li herêma Donetsk a rojhilatê Ûkraynayê, li cihekî dûrî eniya şer bû hedefa balafireke bêmirov a artêşa Ukraynayê. Hat diyarkirin ku di êrîşê de Martemyanov can daye û 5 rojnameger jî birîndar bûne.
Di dema ku Rûsyayê artêşa Ukraynayê bi "bi zanebûn" hedefgirtina Martemyanov sûcdar kir, Ukraynayê derbarê mijarê de daxuyanî neda. Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di daxuyaniyekê de ragihand ku ev êrîş "sûceke hovane" ye ku ji aliyê hikûmeta Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ve hatiye kirin.
Li gorî daneyên rêxistina nehikûmî Komîteya Parastina Rojnamegeran ku navenda wê li DYAyê ye, ji destpêka şerê li Ukraynayê di Sibata 2022an û vir ve herî kêm 15 rojnamegeran di encama êrîşan de can dane.