Di civîna Mesrûr Barzanî û Erdogan de Sûriye û hinardeya petrolê hate gotûbêjkirin
PeyamaKurd – Piştî hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji herdu aliyan daxuyaniyên ser naveroka civînê hatin dayîn.
Hate ragihandin ku Barzanî û Erdogan, ji bilî geeşdanên li Sûriye, Iraq û herêmê, li ser pêşxistina pêwendiyên dualî û nehiştina astengên li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê axivîn.
Mesrûr Barzanî daye zanîn, di wê civînê de danûstandin li ser bihêzkirina pêwedniyên dualî, pêşxistin pêwendiyan û geşedanên li Iraqê û guhertinên deverê û Sûriyeyê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di beşeke din a civînê de, li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser bingeha destûrê û nehiştina astengên li pêş hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin.
Li ser rewşa Sûriyeyê jî her du alî li ser pêdiviya parastina aramî, ewlehî û mafên hemû pêkhateyên Sûriyê hevnerîn bûn.
Serokatiya Ragihandina Serokomara Tirkiyeyê da xuyakirin ku di civîna Mesrûr Barzanî û Recep Tayyip Erdogan de danûstandin li ser pêwendiyên dualî û geşedanên herêmê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di wê civînê de tekezî li ser seqamgirî û ewlehiya Iraqê hat kirin û her du alî hewl didin geşedanên Sûriyeyê nebin sedema neseqamgiriyeke din li herêmê”.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.