Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê çekên giran û hêzên xwe li herêmên di bin kontrola HSDê de kom dike

Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê çekên giran û hêzên xwe li herêmên di bin kontrola HSDê de kom dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku komên girêdayî ANS yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ji herêmên Serê Kaniyê û Til Abyad heta sînorên Kobanî, Eyn Îsa û Til Temirê yên di bin kontrola HSDê de ne, hêz û cebilxane kom kirine.

Li gorî nûçeya AAyê, Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ya ku Tirkiye piştgiriya wê dike ji herêma "Çaniya Aştiyê" (Serê Kaniyê û Til Abyad) ye. Çekên giran û şervan şandin eniyên şer ên li Kobanî, Eyn Îsa û bajarokê Til Temir ên Hesekê yên di bin kontrola HSDê de ne.

Fermandarê Hêzên Hevbeş ên Ras el-Eynê yê ANSyê Ebû Ebdullah Muhammed diyar kir ku wan bi şandina sewqiyata leşkerî ji bo hemû eniyên şer amadekariyên leşkerî kirine asta hişyariyê.

Di vîdeoya ku li AAyê hat weşandin de gelek wesayîtên leşkerî û endamên ANSê yên li ser tevgerê tên dîtin.

Li aliyê din HSDê ragihand ku li bejahiya Til Temirê wesayîtek leşkerî û tankek hêzên HSDê rûxandine.

Piştî operasyona bi navê Operasyona Kaniya Aştiyê ku di Cotmeha 2019an de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li gel HSDê pêk hat, bajarên Tel Abyad û Serê Kaniyê ji kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derketin û ketin destê ANSê.

 
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.