Hikûmeta Kurdistanê serdana şanda Tirkiyê û mijara mûçeyan guftugo kir

Hikûmeta Kurdistanê serdana şanda Tirkiyê û mijara mûçeyan guftugo kir

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro 8ê Çileyê 2025an bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Hate ragihandin ku di civînê de çend pirsên taybet bi serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Enqereyê û rola girîng a Herêma Kurdistanê li herêmê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêa Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin gotûbêj kirin.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya paytexta Tirkiye Enqerê û hevdîtinên ligel Serokomarê Tirkiyeyê û berpirsên din ên bilind ên Tirkiyê.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku di civînan de, ji bilî pêşxistina pêwendiyên dualî, tekezî li ser rola girîng a Herêma Kurdistanê li herêmê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hate kirin, bi taybetî rakirina astengiyên li pêşiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di zûtirîn demê de. Herwiha derbarê pêşhatên rewşa Sûriyeyê de jî, tekezî li ser parastina mafên hemû pêkhateyan û aştî û aramiyê li Sûriyeyê hate kirin.

Di civînê de, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sabah li ser rewşa darayî ya Kurdistanê agahî dan, ku beriya niha jî Wezareta Darayî û Aborî ev agahî di çarçoveya ronîkirinekê de ji raya giştî re pêşkêş kiribû, ku tevî mafên destûrî û hebûna terxankirinê di xişteyên yasaya bûdceya Iraqê de û biryara Dadgeha Bilind a Federalî ji bo dayîna mûçeyên Herêma Kurdistanê weke navçeyên din ên Iraqê û tevî biryara Encûmena Wezîran a Federal ji bo raspardina Wezareta Darayî ji bo berdewamiya xerckiina mafên darayî yên Herêmê hata dawiya sala 2024an, lê Hikûmeta Federalî pabend nebû ku mûçeyên hemû karmendên Herêmê xerc bike.

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.