Ji HSDê hişyarîya Bendava Tişrînê: Ji ber êrîşan dibe ku hilweşe
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro 8ê Çileyê hişyarî da ku li ser bendava Tişrîn a li ser çemê Firatê, ji ber êrîşê Tirkiye û komên çekdar ên alîgirên wê metirsiya hilweşînê çêbûye.
HSDê dewleta Tirkiyê berpirsiyar girt ku di her karesateke di encama êrîşên esmanî û topxaneyên Tirkiyê ya li ser bendavê û navçeyên din yên Sûriyê de bê.
Hate bibîrxistin ku bombebaranên Tirkiyê bi ser bendava Tişrînê û derdora wê de, ji serê sibeha îro ve bi awayekî dijwar pêk hatiye û heta niha jî berdewam e.
HSDê da zanîn, niha li gundên bakûrê bendava Tişrîn û rojhilatê Minbicê pevçûneke dijwar di navbera hêzên encûmena leşkerî ya Minbicê û komên çekdar de diqewime.
Hate gotin, balafirên şer ên Tirk wesayîteke sivîlan li gundê Kerek ê gundewarên Kobaniyê bombebaran kir, ji bilî topbarankirina gundê Aslankî yê başûrê bajêr.
Di heman çarçoveyê de hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li bakurê Bendava Tişrînê 2 wesayitên barkirî yên komên çekdar ên opozîsyona girêdayî Tirkiyê rûxandin.
HSDê êvara Sêşemê jî ragihandibû ku hêzên wan balafireke bêmirov a TB2 ya Tirkiyê li devera bendava Tişrînê xistine xwar.
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.