Mesrûr Barzanî li ser seredana xwe ya Ankara agahiyan da kabîna Kurdistanê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî seredana xwe ya Ankara, agahiyan da encumena wezîran ya hukumeta Herêma Kurdistanê. Di civînê de cîgirê serokê hukumetê Qubad Talabanî jî amade bû.
Li aliyê dinê hukumeta Herêma Kurdistanê bang li hukumeta Bexdayê kir ku mafên darayî yên Kurdistanê bi temamî bişîne Kurdistanê.
Barzanî got ku ji bilî pêşdebirina têkiliyên duqolî, li ser rola Kurdistanê ya ya stratejîk ya li herêmê û çareseriya pirsgirêkên bi hukumeta Federal re mijarên Hewlêr-Ankara bûn e.
Barzanî xwestiye ku astengiyên li ber îxrackirina petrola Kurdistanê rabin, li ser rewşa Sûriyê bi Anakara re axifîne, li ser rewşa parastina aştiyê û hûzûra Sûriyê û parastina mafên pêkhateyan yên li Sûriyê, mijarên her dû terefan bûn e.
Hat ragihandin ku tevî biryara dadgeha federal ya Iraqê, hukumeta federal mafên darayî yên Kurdistanê bi temamî nedaye û agahiyan daye raya giştî.
Di civînê de, di derbarê xebatên serokê çavdêriyê û koordînasyonê yên Abdulhakim Xesrew de ku xebatên wî ji bo temamê xebatkarên Kurdistanê ku qeydiyên wan yên biyometrîk bidin hukumeta federal û mehaneyên xebatkaran, di rêya sîstema elektronîk de bidin karmendan, agahî hatin dayîn. Li gor sîstemê; wê proja elektronîk ya mehaneyan di sala 2025an de bê bicîhanîn û wê temamê agahiyan di rêya elektronîk de pêşkeşê hukumeta federal bikin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku hukumeta federal bi temamî mehaneyên sala 2024an nedaye hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta federal li gor herêmên din cudakariyê dixe navbera wan. Kurdistan xwest ku hukumeta federal berpirsiyariya xwe di mijarê de bicîh bîne.
Hukumeta Kurdistanê got ku temamê agahiyan, lîsta mehaneyan daye Bexdayê, berpirsiyariyên xwe aniye cîh û ji bo dayîna peran bar ketiye terefê Bexdayê.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.