Îlham Ehmed ji Fransa û Amerîkayê xwest hêzê li sînoran bicih bikin
PeyamaKurd - Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed ji televîzyona Fransî TV5 Mondeyê re axivî.
Ehmed di bernameya televizyona fransî de agahiyên li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê dan û ji ber êrîşên berdewam ên komên çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve diyar kir, Amerîka û Fransa dikarin leşkeran li herêmên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê bi cih bikin.
‘Em amade ne berpirsyariyê bigirin ser xwe’
Îlham Ehmed got: "Amerîka û Fransa bi rastî dikarin hemû sînor bixin bin ewlehiyê xwe. Em amade ne ku koalîsyona leşkerî vê berpirsyariyê bigire ser xwe."
Eger Fransa Tirkiyê razî bike...
Ehmed da zanîn, "Em ji Fransiyan dixwazin ku ji bo ewlehiya herêma bêçek û parastina herêmê û avakirina têkiliyên baş bi Tirkiyeyê re, leşkeran bişînin ser sînor. Eger Fransa Tirkiyeyê razî bike ku hebûna xwe ya li ser sînor qebûl bike, em dikarin dest bi pêvajoya aştiyê bikin. Em hêvî dikin ku hefteyên pêş me her tişt çareser bibe.”
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.