Çekdaran li Efrînê Kurdekî ji mizgeftê vedigeriya mala xwe kuşt
PeyamaKurd – Çavkaniyên herêmê ragihandine ku li herêma Efrînê welatiyekî Kurd ji aliyê çekdarên Koma Sultan Murad a Tirkiye piştevaniya wê dike ve hate kuştin.
Li gorî zanyariyan, şeva borî çekdarên Sultan Mûrad ên girêdayî Tirkiyê li Gundê Qornê yê navçeya Bilbilê welatiyek kuştin.
Hate zanîn welatiyê bi navê Hemîd Elîko yê 55 salî dema ji mizgeftê vedigeriya, çekdaran bêyî ti sedemekê gule berdane ser wî û jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyan Mihemed Elîko gelek caran ji aliyê van çekdaran ve hatiye revandin, zext lê hatiye kirin ku kurdîtiya xwe ji bîr bike, lê wî ev yek qebûl nekiriye.
Ji bo serbest berdana wî çend caran fîdye jî ji aliyê malbata wî ve dihat dayîn.
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.