Bi sedema şewata daristanê ya Los Angelesê rewşa awarte hat ragihandin
PeyamaKurd – Li DYAyê li eyaleta Californiayê li bajarê Los Angelesê, bi sedema şewata di daristanê de derket, 33 hezar kes tehliye kirin û rewşa awarte hat ragihandin.
Bayê Los Angelesê di seetê de 80 km ye, vemirandina agir bi zahmet dixe û li devera Pacific Palisadesê 3 hezar hektar bû teraf. Parêzgerê California Gavin Newsom ragihand ku xebata vemirandina agir dewam dike.
Rayedar, li ser şewata li Los Angelesê ya li deverên Pacific Palisades, Hurst, Eaton û Woodleyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Rêvebirê îtfaiya herêma Los Angelesê Anthony C. Marrone ragihand ku heya niha di şewatê dew 2 kes mirine û gelek kes birîndar bûne. Marrone got:
“Heya niha 2 kesên ku nehatibûn tehliyekirin mirin û bi sedema bayê, balafirên vemirandina agir nikaribûn bi hewa bikevin, bi taybetî li devera Pacific Palisadesê em nikarin agir vemirînin û her diçe şewat zêdetir dibe. Li Los Angelesê heya niha ji ber agir 1000 apartman şewitîne.”
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.