Serokomarê nû yê Lubnanê hate hilbijartin
PeyamaKurd –Çavkaniyên medyayî beriya niha ragihandibûn ku aliyên siyasî li ser diyarkirina serekanê berê yê artêşa Lubnanê, Josef Awn wek serokê nû yê Lubnanê lihev kirine.
Sky News Arabia bi zarê çavkaniyên Lubnanî îro ragihandibû ku niha amadekarî ji bo hilbijartina Josef Awn wek serokkomarê Lubnanê têne kirin, piştî lihevkirina aliyên siyasî û vekişîna Silêman Frenciyê ji namzediya xwe. Namzedê Hizbullah û Tevgera Emel, Silêman Frenciyê, vekişîna xwe ji pêşbirka serokatiya Lubnanê ragihandibû.
Parlementoya Lubnanê ji bo hilbijartina serokomar îro 9ê Çileyê civiya û di gera duyemîn a dengdanê de Sererkanê Lubnanê Josep Awn ji 128 dengan 99ê wan wergirt û wekî serokomarê nû yê Lubnanê hate hilbijartin.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.