Amerîka û Îngilîstanê li Yemenê êrîşên hewayî pêk anîn

Amerîka û Îngilîstanê li Yemenê êrîşên hewayî pêk anîn

PeyamaKurd – Amerîka û Îngilîstanê danê vê sibehê li Yemenê êrîşên hewayî pêk anîn û hin hedefên li Sena, Hudeyde û Amranê xistin. Hat diyarkirin ku li van 6 êrîş pêk hatine.

Li gorî nûçegîhanê El Mayadînê, koalîsyona amerîkî-îngilîz li herêma Sanhanê ya li başûrê parêzgeha Sanayê, herêma Herf Sufyanê ya eyaleta Amranê ya li bakurê Yemenê û Hudeyde xistin.

Balafirên Amerîka û Îngillistanê duh jî parêzgehên Sana û Amranê bombebaran kiribûn.

 

 

 

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.