Fransa: Dibe ku hin amborgoyên li ser Sûriyeyê bi lez bên rakirin
PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot diyar kir ku hin cezayên ku Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser Sûriyeyê sepandibû, çêdibe ku bi lez bên rakirin. Barrot got, “Em niftîbelaş piştgiriyê nadin rejîma nû. Em ê li gorî pêşketinan gav bi gav binirxînin.”
Barrot serdana xwe ya Şamê ya tevî Wezîra Karûbarên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock û hevdîtina xwe ya bi serokê nû yê Sûriyê Ehmed El Şara (Colanî) re ji Radyoya Inter Franceê re nirxand.
Wezîrê fransî diyar kir ku wan “hêviya Sûriyeyeke serbixwe” û her weha “fikara kêmneteweyan” li Şamê dîtiye û got ku ew ê “piştgiriya bi şert” bidin rejîma nû, da ku Sûriye ji nû ve veguhere û bi vî awayî bên betalkirin hin ambargoyên ku di dema rejîma Esed de li ser Sûriyeyê hatibûn sepandin.
Barrot got, “Li ser Beşar Esed û celadên rejîmê ceza hene. Eşkere ye ku tu niyeta rakirina van cezayan nîne. Lê îro ambargo hene ku asteng in li ber gihandina alîkariyên mirovî, asteng in li ber veguherîna welat û pirsgirêkine din bi xwe re tînin, lewma çêdibe ku bi lez bên betalkirin.”
“Em niftîbelaş piştgiriyê nadin”
Barrot da zanîn ku betalkirina ambargoyan a ji YEyê ve, ku ew sazî ye ya ku herî zêde desteka aborî dide Sûriyeyê, divê “niftîbelaş” neyê dîtin û weha dewam kir:
“Em ê van rayedarên demkî li gorî kiryarên wan binirxînin. Îro em bang li wan dikin ku rêzê li wan hemû civakan bigirin ku dê bi hev re pêşeroja Sûriyeyê ji nû ve ava bikin. Di hevdîtinên xwe de yên li Şamê, me israra xwe ya taybet a li ser 2 mijaran ragihand. Ya 1em ew e ku civaka nû divê jinê di nav xwe de bihewîne. Ya 2yem jî ew e ku divê nehêlin terora îslamî careke din bê pê. Em ê bişopînin wan gavên ku hatine avêtin. Em ê di têkiliyê de bimînin. Em dixwazin Sûriye bi ser bikeve û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê jî vê yekê bikin. Paşeroja gelê Sûriyeyê di destê gelê wê de ye.”
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.