Ji ber Ûkrayna bi dronê li bajarê Engelsê xist, rewşa lezgîn hat ragihandin

Ji ber Ûkrayna bi dronê li bajarê Engelsê xist, rewşa lezgîn hat ragihandin

PeyamaKurd – Ûkraynayê bi dronê li devera Saratovê li bajarê Engelsê xist, rewşa lezgîn hat ragihandin. Di êrîşê de kuştiyên canî nehat ragihandin lê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.

Li bajêr, lêkolînên li ser dezgeyên sîvîl û leşkerî dewam dikin û rayedarên Rûsyayê ragihandin ku Ûkrayna bi İHAyê êrîş biriye ser bajarê Engelsê.

Parêzgerê Saratovê Roman Busargin li ser êrîşa Ûkraynayê daxwuyanî da û got:

“Bi sedema êrîşa dornî ya Ûkraynayê, şewata ku li bajarê Engelsê ya di sanayiyê de derket dewam dike û me biryarê da ku li deverê rewşa awarte bê ragihandin.”

Wezareta karên derve ya Rûsyayê bi nivîskî ragihand ku di êrîşa ser bajarê Engelsê de, 32 İHAyên Ûkraynayê îmha kirine.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.