Rêveberiya Biden HTŞê ji lîsteya rêxistina terorê dernaxe
PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê ragihand ku di derbarê derxistina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ya ku rêveberiya li Sûriyeyê pêşengiya wê dike, ji lîsteya "rêxistinên terorîst ên biyanî" niha ti guhertin nîne.
Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî John Kirby bi rêya telekonferansê di civîneke çapemeniyê de rewşa dawî ya Sûriyê nirxand.
Kirby bal kişand ser wê yekê ku HTŞ ya ku piştî rûxandina rejîma Beşar Esed rêveberiya Sûriyê bi rê ve bir, hîn jî di lîsteya rêxistinên terorîst ên biyanî yên Amerîkayê de cih digire û got, "Biryara binavkirina komeke weke rêxistineke terorîstî, pêwîstî bi biryareke cidî û bi hûrgilî heye. Heta emrê me bi dawî bibe em ê dilsozê vê pêvajoyê bin.”
Kirby bi bîr xist ku ew ê di 20ê Çile de erka xwe radestî rêveberiya hilbijartî Donald Trump bikin, Kirby diyar kir ku ew ê bi hûrgilî li ser vê mijarê bişopînin û gavên ku HTS di vî warî de avêtine ji nêz ve bişopînin heta ku emrê wan bi dawî bibe. Di vê qonaxê de derbarê derxistina HTŞê ji lîsteyê de ti daxuyanî nînin.
Ji aliyê din ve hin rayedarên payebilind ên Amerîkayê ku li ser mijarê ji Washington Postê re axivîn, diyar kirin ku biryara derxistina HTŞ ji lîsteya terorê wê ji Trump re bê hiştin ku wê di 20ê Çileyê de dest bi wezîfeyê bike.