Wezîrê Berevaniya Amerîkayê: HSD dikare bi artêşa Sûriyê re bibe yek

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê: HSD dikare bi artêşa Sûriyê re bibe yek

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Austin got, "HSD ji bo me hevalbendek baş bû, lê di demekê de, SDF dikare bi artêşa Sûriyê re bibe yek." Austin got ku Sûriye di dawiyê de dikare hemû kampên ku girtiyên DAIŞê tê de ne, bike bin kontrola xwe.

Wezîr Austin di hevpeyvînekê de ji ajansa Associated Press re got, divê Amerîka hêzên xwe li Sûriyê bidomîne da ku piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed careke din nebe metirsiyeke mezin a DAIŞê.

Austin li Baregeha Esmanî ya Ramstein a Almanyayê axivî û got, eger Sûriye bêparastin bimîne, "Ez difikirim ku DAIŞ wê vegere qada sereke."

Di hevpeyvîna xwe ya dawî de berî ku dest ji kar berde, Austin got ku hêzên Amerîkî hîn jî hewce ne, bi taybetî ji bo ewlekirina kampên desteserkirinê ku bi deh hezaran çekdarên berê yên DAIŞ û endamên malbatên wan tê de ne.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojava, 8 heta 10 hezar çekdarên berê yên DAIŞê li van kampan tên ragirtin. Du hezar ji van "pir xeternak" têne hesibandin.

Nêzîkî 2000 leşkerên Amerîkayê li Rojava û Sûriyê hene. Pentagonê berî niha ragihandibû ku tenê 900 leşkerên wê li Sûriyê hene.

Wezîrê Parastinê yê DYAyê têkildarî rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya di pêşerojê de wiha got:

"HSD ji bo me hevalbendek baş bû. Lê di demekê de dibe ku yekbûna HSDê bi artêşa Sûriyê re pêk were. Wê demê Sûriye wê hemû kampan (ku endamên DAIŞê lê dimînin) kontrol bike û bikaribe wan biparêze. Lê niha bi baweriya min divê em berjewendiyên xwe biparêzin.”

 
 
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.