Abdulkadir Selvi: Heta ku PKK çekan danîne tu gav nayên avêtin
PeyamaKurd – Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî got, “Heta ku PKK çekan danîne, ti gav nayên avêtin. Devjiberdana çekan a PKKê, xeta sor a Enqereyê ye."
Piştî hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan û Ahmet Turk serdana partiyên siyasî kirin.
Nivîskarê Hurriyetê Abdulkadîr Selvî ku geşedanên têkildarî pêvajoyê di qunciknivîsa xwe de cih girt, helwesta Enqereyê nirxand.
Selvî ku di wê baweriyê de ye ku heta 'PKK çekan bernede' Enqere ti gavan navêje û wiha got: "Derbarê helwesta Enqereyê ya beriya hevdîtina duyemîn a bi Îmraliyê re, ez dikarim bi yek hevokekê kurt bikim. Heta PKK dev ji çekan bernede, ti gav nayên avêtin. Devjiberdana çekan a PKKê xeta sor a Enqereyê ye.”
Selvî ku peyamên şandeya DEMê û notên hevdîtinan xal bi xal nivîsand, di beşeke gotara xwe de ev tişt anî ziman:
“1-Nirxandina Ocalan a li ser Rojhilata Navîn a nû û Sûriyeya nû radigihînin. Dibêjin divê teror bi dawî bibe.
2- Di derbarê Ocalan de tu daxwazên şexsî nakin. Ti daxwazên Ocalan ranagihînin.
3- Şanda DEMê pêvajoya nû ji pêvajoya çareseriyê ya berê cuda dike. Ew vê pêvajoyê rasteqîn û rasttir dibînin.
4- Di derbarê hebûna PKK-YPGê ya li Sûriyê de tu daxwazan nakin. Li Bakurê Sûriyê daxwaza konfederalîzm, federasyon û rêveberiya xweser nakin. Dixwazin ew muhatap bên girtin. Dixwazin li Sûriyê derfeta nûnertiya demokratîk ji wan re bê dayîn.
5- Peyama bidawîkirina terorê û siyasetkirina di qadeke rewa de dide.
6- Dibêjin piştî hevdîtina bi partiyên siyasî re wê careke din biçin Îmraliyê. Dibêjin vê carê Ocalan wê bi tundî banga dev ji çekan berde bike.
7- Di wê baweriyê de ne ku banga Ocalan wê bandorê li Qendîl û DEM Partiyê bike.
Derbarê helwesta Enqereyê ya beriya hevdîtina duyemîn a bi Îmraliyê re jî ez dikarim bi yek hevokekê kurt bikim.
Heta ku PKK çekan bernede ti gav nayên avêtin. Devjiberdana çekan a PKKê xeta sor a Enqereyê ye.”