Civîna DEM Partî û CHPyê bi dawî bû
PeyamaKurd – Serdanên Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê berdewam dikin. Heyet îro li meclisa tirk serdana CHPyê kir. Serokê CHPyê di daxuyaniya xwe ya piştî civîna taybet de got ku divê li parlamentoyê komîsyonek bê avakirin. Onder got, “Fikar û îtîraz ji bo me bi qasî piştgiriya ku tê dayîn, ji wê jî zêdetir watedar in.”
Heyeta ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk pêk dihat îro danê sibê li buroya wî ya li meclisa tirk bi Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel re hevdîtin pêk anî.
Onder, Buldan û Turk di saet 10.30an de hatin Koma CHPyê ya ku li qata koma DEMê bû.
Heyet li ber deriyê buroyê ji aliyê Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ve hat pêşwazîkirin.
Alîkarê Serokê Koma CHPyê Gokhan Gunaydin, Sekretera Giştî ya CHPyê Selin Sayek Boke û Cîgira Serokê Giştî yê CHPyê Gokçe Gokçen jî di pêşwazîkirinê de amade bûn.
Kesên di heyetan de destên hev girtin, ji çapemeniyê re poz dan û piştre hevdîtin li odeya Ozel pêk hat.
“Me diyar kir ku pêwîstî bi xebateke komîsyoneke xurt heye”
Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de, Ozel gotina ewil wiha got:
Bi kurtî bibêjim, lihevhatina me ya dîrokî ew e ku pêvajoyeke wiha li ser parlamentoyê, di bin serokatiya parlamentoyê de, di bin serokatî û kontrola parlamentoyê de be. Di vê mijarê de tu guman û ramanên me yên cuda nînin. Me bi eşkereyî diyar kir ku ji bo hemû pêngavên di pêşerojê de bên avêtin, pêwîstî bi komîsyoneke xurt li parlamentoyê heye ku hemû aliyên siyasî di nav de bin. Me diyar kir ku mitabaqata civakî girîng e û divê bêyî ku hestên herî hesas ên civakê ji nedîtî ve bên, gav bên avêtin. Me berê jî gotibû, dema ku em dibêjin lihevhatina civakî, mebesta me ew pêvajo ye ku tê de ji civakê tu kes xwe li derve his nake. Her wiha me pêşniyarên xwe yên ji bo avakirina mekanîzmayên ku malbatên şehîdan û yên têkoşer bikarin nêrînên xwe bînin ziman, fikar, tirs û hestên xwe li ber çavan bigirin, bêyî ku di vê pêvajoyê de aciz bibin û bên bidûrxistin. Bi kurtî bibêjim, lihevhatina me ya dîrokî ew e ku pêvajoyeke wiha li ser parlamentoyê, di bin serokatiya parlamentoyê de, di bin serokatî û kontrola parlamentoyê de be. Di vê mijarê de tu guman û ramanên me yên cuda nîn in. Me bi eşkereyî diyar kir ku ji bo hemû gavên di pêşerojê de bên avêtin, pêwîstî bi komîsyoneke xurt li parlamentoyê heye ku hemû aliyên siyasî di nav de bin. Me diyar kir ku mitabaqata civakî girîng e û divê bêyî ku hestên herî hesas ên civakê ji nedîtî ve bên, gav bên avêtin. Me berê jî gotibû, dema ku em dibêjin lihevhatina civakî, mebesta me ew pêvajo yr ku tê de ji civakê tu kes xwe li derve his neke. Her wiha me pêşniyarên xwe yên ji bo avakirina mekanîzmayên ku malbatên şehîdan û yên têkoşer bikarin nêrînên xwe bînin ziman, fikar, tirs û hestên xwe li ber çavan bigirin, bêyî ku di vê pêvajoyê de aciz bibin û bên bidûrxistin.
Sirri Sureyya Onderê ku piştî Ozel daxuyanî da wiha got: “Fikar û îtîraz ji bo me bi qasî piştgiriya ku tê kirin watedar e, ji vê jî zêdetir. Ji ber ku ev ne manevrayeke siyasî ya komeke teng e, tiştek e ku pêşeroja hemû civakê eleqedar dike. Em deyndarê zarok û neviyên xwe ne û bi baweriya me em ê weke civak bi hev re vê yekê pêk bînin ez we hemûyan silav dikim.”
Heyet piştî CHPyê saet di 13.00an de DEVA, saet 16.00an de jî dê Partiya Refahê bike.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.