Pizişkiyan: Aramiya Sûriyê mifteya aramiya herêmê ye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 8ê Çile serdanê Tehranê kir û ji aliyê Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ve hate pêşwazî kirin.
Piştî hevdîtinê li Tehranê civînek hevpar a çapameniyê hate lidarxistin. Serokwezîrê Iraqê got, ev hevdîtîn ji bo pêwendiya her du welatan were xurtkirin hatiye kirin û diyar kir, "Me bi Serokomarê Îranê re çend mijar nirxandin."
Li aliyê din Serokomarê Îranê Pezeşkiyan jî got, "Me di derbarê guhertinên herêmê fikrên xwe anî ziman. Bi yekbûn û aramiya Sûriyeyê re ji herêmê derketina Îsraîlê pêkan e. Aramiya Sûriyeyê, mifteya aramiya herêmê ye. Em bang dikin sînor ji destwerdanên derve ye yên ku xisarê didin berjewendiya Sûriyeyê re bê danîn."
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.