Li DYAyê li 5 eyaletan rewşa awarte hat îlankirin

Li DYAyê li 5 eyaletan rewşa awarte hat îlankirin

PeyamaKurd - Li DYAyê ji ber berfa zêde, qeşa, barana zêde û birûskê li Kentucky, Virginia, Kansas, Arkansas û Missouri rewşa awarte hat ragihandin.

Hişyariyên hewayê ji aliyê rayedarên eyaletên cuda yên DYAyê ve hatin kirin.

Li 30 eyaletan ji ber bendewariya bahozê "rewşa alarmê" hat îlankirin, ji welatiyan hat xwestin ku li malên xwe bimînin.

Nêzîkî 1500 seferên li seranserê DYAyê hatin betalkirin û 2 hezar sefer hatin taloqkirin. Herwiha hin seferên trênê jî hatin betalkirin.

Di dema ku li eyaletên Kentucky, Virginia, Kansas, Arkansas û Missouri rewşa awarte hat ragihandin, tê pêşbînîkirin ku şert û mercên giran ên zivistanê bandorê li 62 mîlyon mirovî li seranserê welêt bike.

Li gor daxuyaniya Daîreya Okyanûsî û Atmosferê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NOAA) tê payîn ku "berfa herî zêde ya 10 salên dawî bibare".

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.