Hindistan, navçên sînor yên Çînê bi awayekî nerewa ragihand

Hindistan, navçên sînor yên Çînê bi awayekî nerewa ragihand

PeyamaKurd – Hindistanê, li ser sînorê Çînê 2 navçên ku ji aliyê Çînê de hatin damezrandin an wan kirin statuya navçan, her 2 navçan neqanûnî û nerewa îlan kir. Her 2 navçe li devera Arunachal Pradeshê ne û Hindistan dibêje ku Çînê axa Hindistanê îhlal kiriye. Wezareta karên derve ya Hindistanê li ser vê kiryara Çînê got ku îşxalekî neqanûniye û bertekekî dîplomatîk nîşan da.

Hindistan dibêje ku her 2 navçên borî di nav sînorên Hindistanê de ne, û Çîn jî dibêje ku di nav sînorên Çînê de ne.

Bi deh salaye ku Hindistan û Çînê li ser sînorên fermî li hev nakin û di demên borî de, di nav Hindistanê û Çînê de, li ser gemgeşeya sînor şerekî mezin di navbera her dû dewletan de derketibû.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.