Pentagon: Rast nîne ku em ê li Rojavayê Kurdistanê baregehekî ava bikin

Pentagon: Rast nîne ku em ê li Rojavayê Kurdistanê baregehekî ava bikin

PeyamaKurd – Cîgira berdevka wezareta karên bergiriyê (Pentagon) ya DYAyê Sabrina Singh, li ser avakirina barehekî leşkerî ya DYAyê ya li Kobaniyê daxwuyanî da. Sabrina Singh got ku DYA hewla tiştekî weha nekiriye û dewam kir:

“DYA plan nake ku li bakûrê Sûriyê, li Kobaniyê (Rejîma Baasê navê Kobaniyê kiriye Eyn el Ereb) baregehekî leşkerî ava bike. Ji bo têkoşîna bi IŞİDê re, me bala xwe daye ser misyona xwe ya li hemberê IŞİDê û em dewam dikin.”

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.