Mezlûm Ebdî ligel şandeka Amerîkî û Fransî serdana Şamê dike

Mezlûm Ebdî ligel şandeka Amerîkî û Fransî serdana Şamê dike

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şandeke Amerîkî û Fransî bi hev re serdana Şamê dikin.

Li gorî çavkaniyan, wê Mezlûm Ebdî li Şamê ligel Serokê Operasyonên Leşkerî yên Sûriyê Ehmed Şer’i (Ebu Muhammed el-Golani) re hevdîtinê bike.

Derbarê hurgiliyên vê serdanê de agahiyên berfireh hîn nehatine belavkirin.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.