Rûsya: Wê Îngîltere di rêya DEAŞê de êrîşê baregehên Rûsyayê yên li Sûriyê bike
PeyamaKurd – Piştî roxandina rejîma Sûriyê ya hevkarê Rûsyayê, li herêmê mêzêna hêzan diguhire. Hevkarê Rejîma Baasê Rûsya ragihand ku Îngîltere xwe amade dike da êrîşê baregehên Rûsyayê yên li Sûriyê bike. Li gor daxwyaniya îstîxbarata Rûsyayê:
“Di vê mijarê de rol dane ew kesên ku rêvebiriya nû ya Şamê (HTŞ), ew endamên IŞİDê yên ku ji zîndanan berdane.”
Rejîma Sûriyê hilweşiya lê wê HTŞ heya 1ê Adara 2025an li ser desthilatê bimîne lê Rûsya û Îrana ku hevkarên rejîmê bûn, di mijarê de gelek qels bimînin. Rewşa Rojavahiyan ya di mijarê de, di rojevê de ciyê xwe diparêze.
Niha îstîxbarata Rûsyayê ya derve (SVR) dibêje ku Îstîxbarata Îngîltere plan dike ku êrîşên terorê bike ser baregehên Rûsyayê yên li Sûriyê.
SVR, her weha di daxwuyaniya xwe de dibeje ku DYA û Îngîltere ji bo kaosa an ku tevliheviya di Rojhilata Navîn de bike, li Sûriyê nahêle ku îstîqrar çêbibe. Wahsington û Londra difikirin ku wê bi vî awayî karibin bigihên hedefên xwe yên jeopolitik.
Di behsa rola ku hatiye plankirin de, rêvebiriya nûh ya Şamê terorîstên IŞİDê yên ku berdaye, êrîşên ku bikin ser baregehên Rûsyayê, goya wê bikin ku Rûsya leşkerên xwe zûtir ji Sûriyê derxe.
Bi vî awayî, wê DYA û Îngîltere rêvebiriya nûh ya Şamê, wê bi nekontrolkrina grûbên redîkal tewanbar bike.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.