Serokê nû yê Gurcistanê Kavelashvili di nav xwepêşandanan de dest bi kar kir

Serokê nû yê Gurcistanê Kavelashvili di nav xwepêşandanan de dest bi kar kir

PeyamaKurd – Li Gurcistanê, destbikarbûna Mikhail Kavelashvili ku di 14ê Kanûnê de ji aliyê komîsyoneke 300 kesî wek 6emîn serokomarê welêt hatibû hilbijartin, hat protestokirin.

Îro Yekşemê 29.12.2024 li bajarê Tiblîsê bi hezaran welatî li dijî destbikarbûna Kavelashvili wek serokomarê nû daketin kolanan.

Kavelashvili ku ji aliye Partiya "Xewna Gurcistane" ya desthilatdar ve wek namzede hat hilbijartin, ji Lijneya Hilbijartine ya ku ji 300 kesi pêk tê 224 dengên "erê" wergirt û bû serokkomar. Xwepêşandanên ku di 28ê Mijdarê de li Gurcistanê dest pê kiribûn 32 roj in berdewam dikin.

Ji aliyê din ve Serokkomarê berê Salome Zurabishvili di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ew ê Koşka Serokomariyê vala bikin lê "ji derve" wezîfeya xwe bidomînin û destnîşan kir ku heta hilbijartinên parlementoyê neyên kirin ew "serokek rewa ye".

 
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.