Piştî nerazîbûnan hikûmeta demkî jinek wek parêzgara Siwêda ya Sûriyê erkdar kir

Piştî nerazîbûnan hikûmeta demkî jinek wek parêzgara Siwêda ya Sûriyê erkdar kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku jina bi navê Muhsîne Mihêsawî ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê wek parêzgara Siwêdayê hat erkdarkirin.

Hikûmeta demkî ya Sûriyê ku di bin serokatiya Rêberê HTŞê Ehmed Şera de ye, li ser daxwaza xelkê Siweydayê Muhsîne Mihêsawî ji bo parêzgeriya Siweydayê erkdar kir. Hikûmeta demkî beriya niha parêzgarekî ne ji Siwêdayê erkdar kiribû û ev yek bûbû sedema nerazîbûna gelê herêmê.

Parêzgara nû kî ye?

Muhsîne Mihêsawî ji gundê Lîbenê yê Siwêdayê ye, di 1970î de hat dinê, ji etnîka Durzî ye. Derçûya Fakulteya Bazirganî û Aboriyê ya Zanîngeha Şamê ye. Herwiha Muhsîne di xebata hikumetê de xwedî pisporiya demdirêj e.

Di salên 1990î di gerînendetiya Darayî ya Siwêdayê de kar kiriye, gelek erk wergirtine; ji wan serokatiya beşa Xezîneyê. Muhsîne ji jinên yekemîn ên beşdarî xwepêşandana aştiyane li Siwêdayê bûye ye û ji hêla rejîma Sûriyê ya berê ve di gelek astengiyan re derbas bûye.

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.