Almanya piştgiriya aborî ya ji bo Sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin zêde dike

Almanya piştgiriya aborî ya ji bo Sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin zêde dike

PeyamaKurd – Wezareta Karên Navxweyî ya Almanyayê ragihand ku ew ji bo welatiyên Sûriyeyê yên ku dixwazin vegerin welatê xwe bernameya darayî berfireh bikin. 

Hat diyarkirin ku ji bo her mezinekî ku bixwaze ji Almanyayê derkeve 200 euro lêçûnên rêwîtiyê û 1000 euro heqê destpêkê tê dayîn.

Wezareta Navxwe ya Almanyayê ragihand ku Almanya plan dike ku bernameya darayî ya welatiyên Sûriyê yên ku dixwazin vegerin welatê xwe piştî rûxandina Serokê Sûriyê Beşar Esed di 8ê kanûna 2024an de berfireh bike.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî got, “Di paşerojê de em dixwazin bernameya kesên ku dixwazin bi dilxwazî ji Almanyayê derkevin, berfireh bikin.”

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.