Artêşa Îsraîlê xwe li hemberî êrîşeke mihtemel a Îranê amade dike

Artêşa Îsraîlê xwe li hemberî êrîşeke mihtemel a Îranê amade dike

PeyamaKurd – Serfermandarê Îsraîlê Herzî Halewî ferman da ku li hemberî êrîşeke surprîz a Îranê û ji bo rûbirûbûna geşedanên mihtemel amadekariyên “herî zêde” bên kirin. Tevî ku serkirdeyên ewlekariyê li Tel Avîvê domandin ku îhtîmala êrîşekê kêm e, Halewî ferman da tedbîrên ewlehiyê, tevî zêdekirina amadebûna hêzên asmanî û berevaniya asmanî bên kirin.

Şirovekarên israîlî di wê baweriyê de ne ku xirabbûna şert û mercên Îranê, wekî daketina nirxê riyal, rexneyên navxweyî û xwepêşandanên mihtemel, bi taybetî bi têketina Trump a Qesra Spî re, dibe ku bike Tehran gavên tund li dijî Îsraîlê bavêje.

Li gor jêderên ewlekariyê, nîgeraniya Îsraîl û Amerîkayê heye ku Îran li hember derbên ku xwariye yan jî dibe ku di paşerojê de bixwe, çekên atomî hilberîne. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Tel Avîv û Washington di wê baweriyê de ne ku ji bo pêşîgirtina li vê yekê divê bi hêz midaxele bikin.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.