Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê seredana serokê YRP Fatih Erbakan kirin
PeyamaKurd – Heyeta DEM Partiyê piştî seredana Îmraliyê ya serokê PKKê Abdullah Öcalan kir, dest bi seredana partiyên di meclisa Tirkiyê de kirin û herî dawiyê seredana serokê YRPê Fatih Erbakan kirin.
Serokê YRP Erbakan piştî hevdîtinê got ku ‘înşallah bibe wesîla xêrê’ lê ji bo banga Devlet Bahçeli jî gotibû; ‘ji bo şehîdên me bêrêziye’.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê di 24ê Çile de seredana Öcalan li Îmraliyê kiribû.
Di heyeta îro de ji DEM Partiyê Sırrı Süreyya Önder, Pervin Buldan û Ahmet Türk hene. Di heyeta YRPê de serokê partiyê Fatih Erbakan, ji cîgirên wî Doğan Bekin, Sacit Günbey û berdevkê partiyê Suat Kılıç hebûn.
Seredanên ku heya niha heyeta DEM Partiyê kiriye; MHP, AK Parti, Gelecek Partisi, Saadet Parti, CHP û YRP ne.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.