Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Behreynê li Şamê civiyan

Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Behreynê li Şamê civiyan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 8ê Çileyê Wezîrê Derve yê Behreynê Ebduletîf Zeyanî serdana Şama paytexta Sûriyê kir û serokê demkî yê Sûriyê û berpirsên hikûmeta veguhêz civiya.

Di civîna Şera û Zeyanî de Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî Esed El-Şeybanî jî amadehî kir û hejmarek mijarên dualî hatin gotûbêj kirin.

Hêjayî gotinê ye, ev dibe şanda duyem a Behreynê ku piştî hilweşîna rejîma Esed serdana Şamê dike., 28ê Kanûna 2024an jî serokê dezgeha ewlehiya stratejîk ya Behreynê Ehmed Bin Ebdulezîz Al Xelîfe serdana Sûriyê kiribû û bi berpirsên Sûrîya nû re civiyabû. Behyreyn yek ji welatê yekem e ku piştevaniya xwe bo hikûmeta demkî ya Sûriyê diyar kiriye.

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.