Hat îdiakirin ku Hamasê lîsteya rehîneyan a ji aliyê Îsraîlê ve hatiye xwestin pejirandiye

Hat îdiakirin ku Hamasê lîsteya rehîneyan a ji aliyê Îsraîlê ve hatiye xwestin pejirandiye

PeyamaKurd – Hat îddîakirin ku Hamasê di çarçoveya peymana agirbestê ya li Şerîda Xezzeyê de lîsteya rehîneyan a ji 34 kesan pêk tê pejirandiye.

Di dema ku muzakereyên ji bo agirbesta li Xezzeyê di navbera Îsraîl û Hamasê de dewam dikin, nûçeyên ku li ser bingeha rayedarekî Hamasê ku navê wî nehat zanîn îdia kir ku Hamasê di çarçoveya peymana agirbesta li Xezzeyê de lîsteya rehîneyan a ji 34 kesan ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibû xwestin pejirand.

Li gorî nûçeyê, yek ji berpirsên pilebilind ên Hamasê di 5ê Çileya 2025an de di daxuyaniyekê de ragihand, wan li ser azadkirina 34 girtiyên Îsraîlî weke qonaxa yekem a proseya pevguhertina girtiyan li hev kirine.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku rayedarê Hamasê dupat kir ku her lihevkirinek bi vekişîna tam a leşkerên Îsraîlê ji Xezzeyê û agirbesta herdemî ve girêdayî ye, lê diyar kir ku di vê mijarê de ji aliyê Îsraîlê ve tu pêşketin çênebûne.

Serokwezîrê Îsraîlê nûçeyên ku dibêjin Hamasê di çarçoveya peymana agirbestê de lîsteya 34 rehîneyan pejirand ku di qonaxa yekem de bên berdan derewand û got, "Heya niha Hamas lîsteyek ji rehîneyan nedaye."

 
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.